Li Kobanê şere: 20 çekdar hatine kuştin
Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA`yê belavkiriye ku îro di demjimêr 5 sibehê de li herêma Girkê Legê, çeteyên Dewleta Îslam Êraq û Bîlad El Şam û Cephet El Nusra êrîşî benden kontrolê yê di navbera gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê ên Yekîneyên Parastina Gel kirin û şerên dijwar rûdane û şer heta niha didome.
Hate ragihandin ku çeteyên Dewleta Îslam Êraq û Bîlad El Şam û Cephet El Nusra bi çekên giran û tankan êrîşî bendên kontrolên dinavbera gundê Yûsifiyê û Cinediyê yên YPG kirine û şerên dijwar rûdane. Hate hîn bûn di vî şerên heta wan saetan dom kir de, YPG’ê tangek wan komên çeteyan rûxandine û tê gotin bi dehan kuştî, bîrandar hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.
Ji aliyekî din ve jî şevê din şerên dijwar li Qanaya ê 30 km dikeve rojavaya Kobanê hebûn û di encamê wan şeran da gundê Qanaya bi temamî ji deste komên çete yê Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam û Cephet El Nusra hatiye rizgar kirin.
Hate zanîn ku di şerê ji duh ve heta îro 20 endamên komên çete hatine kuştin, 2 wesayît hatine rûxandin û bidehan birîndarên xwe derbasî Tirkiyê dikin. Duh jî gundê Îlecax yê wê heremê ji destên komên çeteyan hati bû rizgar kirin.
ANHA
