Hikûmeta Kurdistanê li ser dosyaya 18 kiçên Kurd daxwaza zanyarîyan li Misirê kir
Li gor malpera hikûmeta herêma Kurdistanê, di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirê têkeliyên derve amade bû, Felah Mistefa got ku, bi hevahengî digel aliyên peywendîdar hikûmeta herêma Kurdisatanê bi cidî dosyeya wan 18 keçên kurd di şopîne û dê dest bi lêkolîn û hokarên bilavbûna wê dramaya misirî ya ku, behsa çîroka keçên kurd dike, bikin.
Berpirsê têkeliyên derve, ew belgenameya ji îstîxbarata serdema Sedam Hisên hatiye eşkere kirin û di torên peywendiyên civakî de hatiye weşandin navê 18 keçên kurd ku, jiyê wan 14-29 sal e û fermana hinartina wan bo Misirê hatiye dan da destê konsulê Misirê û jê re got ku, rêxistinên civaka medenî û raya gitî li herêma Kurdistanê daxwaza helwest û zanîna rastiya vê meseleyê ji hikûmeta Misirê dikin.
Konsulê Misirê got ku, dramayên misirî li (bajarê ragehandinê) tên berhemanîn û hikûmeta Misirê tu peywendî pêve nîne, ew saziyeke sektora taybet in û hikûmetê desthilat bi ser wan de nîne. Lê wî got jî ku, dê ew bi rêya kanalên xwe lêbixebitin daku rastiya meseleyê bizanin û peyama hikûmeta herêma Kurdistanê di gihînin hikûmeta Misirê û dê lêkolînî li ser bikin.
Konsulê Misirê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, ew tawana hatiye kirin kopîtka nemirovatiya rijêma Bassê nîşan dide û ew tawan weke niqteyeke reş bi nav çavên rijêma Bassê ve wesif kir û soz da ku, hikûmeta Misirê lêkolînê li ser wê belgenameyê bike.
Her jib o lidûçûna evê mijarê her îro wezîrê şehîdan û enfalkirîyan ê hikûmeta herêma Kurdistanê Aram Ehmed serdana konsûlxaneya Misirê li Hewlêrê kir û di bareya evê mijarê û diyarkirina çarenivîsa ewan 18 kişên Kuridstanî li gel konsûlê Misirê Silêman Osman guftûgo kir.
Wezîrê şehîdan û enfalkirîyan di evê dîdarê de daxwaz kir, ku Misir derfetekê bo dîdar li gel derhêner û sinarîyokarê evê dramaya Misirî ferahem bike û karhêsanîyê bo kesûkarên wundayîyan bike da ku çarenivîsa wan bizanin.
Konsûlê Misirê jî hevxemîya xwe bo kesûkarên evê bûyerê ragihand û tekez kir, ku ew dê hemû hewlên xwe bidin û ew dê bi rêya derhênerê Kurd Elî Bedirxan peywendîyê bi derhênerê zincîre dramaya Nîran Sidîq bikin da ku lidûvçûnê bo mijarê bikin.
Weke tê zanîn diramayeke misirî bi navê (nîran Sedîqe) ji nivîsîna Mihemed Emîn Razî û derhênan Wefa Ebdultewab e, li MBC tê weşandin, xelekaa pêncê ji wê diramaylê behsa 18 keşên kurd dike ku, malbatên wan ji aliyê rijêma Sedam Hisên ve hatine enfal kirin û ew keç jî firotine misirê ku li melhaya karî pê bikin.
Hewlêr (PNA) - Di civîneke navbera Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Silêman Osman konsulê Misirê li herêma Kurdistanê behsa dosyeya wan 18 keçên kurd yên malbatên wan li ser destê rijêma Sedam Hisên hatîne enfalkirin û paşî bi Misirê hatîne firotin, hat kirin.