Peyama serokê herêma Kurdistanê bi boneya koça dawîya Şêrko Bêkes
Serokê herêma Kurdistanê bi boneya wefata Şêrko Bêkes helbestvanê navdarê Kurdistanê peyameke serxweşîyê belav kiriye. Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihandiye, ku koça dawîya Şêrko Bêkes hemû kes xembar kiriye.
Ev jî naveroka peyama serokê herêma Kurdistanê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya koça dawîya helbestvanê navdarê Kurdistanê Şêrko Bêkes em hemû xembar kirin.
Ev helbestvane xêncî ku kurê helbestvanekî niştîmanperwerê Kurd Fayiq Bêkes bû, her bi wxe jî weke têkoşer û pêşmergeyek beşdarî di xebata rizgarîxwazîya gelê me d ekir û hemêşe weke helbestvanek, roleke berçav di bizava rewşenbîrîya Kurdî de hebûye, ji dest dana ev helbesvanê navdar, xesareteke mezine bo wêje û helbesta Kurdî.
Bi evê boneya xemnak, ez hevxemîya malbat û kesûkar û hevrê û alîgirên evê helbestvanê mezin dikim û ji perwerdigarê mezin daxwazkarim ku sebûrî û dilnewayî bide bi hemû alîyelî û xwedê jê razî jî bixe ber dilovanîya xwe.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
