• Wednesday, 11 February 2026
logo

Civata bilind ya jinên Kurdistanê komkujiya Kurd li Rojawayê şermezar dike

Gulan Media August 6, 2013 Nûçe
Civata bilind ya jinên Kurdistanê komkujiya Kurd li Rojawayê şermezar dike
Di çarçoweya civîn û xwepêşandanên şermezar kirina êrîş û komkujiyên ku, li Rojawayê Kurdistanê de li ser gelê Kurd tên sepandin, duh civata bilind ya jinên Kurdistanê ragehand ku, bi tundî ev êrîş û komkujiyên han şermezar dike û hevdem daxwaz ji civata cîhanî û navendên biryardayînê dikin daku, bilez pêşiya wan êrîş û komkujiyan bigirin.

Civata bilind ya jinên Kurdistanê herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar yên herêmî û cîhanî kiriye ku, dibe bilez pêşiya rêjandina xwîna welatiyên medenî li Sûriyayê were girtin.

Civata han daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kiriye daku, li hember ev êrîşên han bibin yek û gelê Kurd biparêzin.
Top