• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok wezîrê Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya bo Îranê anî

Gulan Media August 6, 2013 Nûçe
Serok wezîrê Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya bo Îranê anî
Nêçîrvan Bazanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê duh dawî bi serdana xwe ya bo Îranê anî û bi rêya pavîyona taybetîya serok komarîya firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê ve berev Hewlêrê birêkevt.


Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke pile bilinda herêma Kurdistanê bo beşdarîkirin di merasima donxwarina Hesen Rohanî serok koamrê nû yê Îranê û li ser vexwandina fermîya evî welatî, serdana Îranê kiribû.

Piştî ku duh serok wezîrê Kurdistanê beşdarî di merasimê de kir û duh şev jî di xwaneke fermî ya serok koamrê nû yê Îranê de amade bû, duh demjimêr 3:00 piştî nîvro dawî bi serdana xwe anî û bi merasimeke taybetî li firokexaneya Mêhr Abad a Tehranê vegerîya Kurdistanê.
Top