• Wednesday, 11 February 2026
logo

Meş û xwepêşandana piştgiriya Rojava rastî mudaxeleya polîsan hat

Gulan Media August 4, 2013 Nûçe
Meş û xwepêşandana piştgiriya Rojava rastî mudaxeleya polîsan hat
Meş û xwepêşanada ku li bajarokê Serêkaniyê yê Rihayê li bakûrê Kurdistanê li dijî êrişên li hember kurdên Rojava hat sazkirin, rastî mudaxeleya hêzên polîsên Tirkiyê hat. Tê gotin 6 kes birîndar bûne ku rewşa yekê giran e.

Duh (04.08.2013) bi sedan kes ji hemû bajar û deverên bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bo piştgiriya kurdên rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişa komên îslamî li dijî gelê kurd li beşê Kurdistanê ber bi bajarokê Serêkaniyê li Rihayê ve çûn.

Ligel hemû astengiyên ku hêzên taybet û polîsên Tirkiyê li pêşiya xelkê derdixst lê bi sedan kes karîn derbasî Serêkaniyê bibin û beşdarî xwepêşandanê bibin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, serê êvarê hêzên polîs bi bombeyên gazî mudaxeleya xwepêşandanê kir ku di encamê de 6 kes birîndar bûn. Hat gotin rewşa yekê giran e. Her wiha hinek xwepêşanderan jî ji aliyê polîs ve hatin binçavkirin.

Ji aliyekî din ve hat zanîn ku hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û hevseroka KCDê Aysel Tugluk jî çûn Serêkaniya serxetê û beşdarî meş û xwepêşandanê bûn û li gorî agahiyan Demîrtaş jî ji ber bombeyên gazî tengav bû.

Demîrtaş û Tugluk li wir ji xwepêşanderan re axivîn û diyar kirin ku heta ji destê wan were dê piştgiriya gelê rojavayê Kurdistanê bikin ji ber ku hinek naxwazin kurd li rojava bibin xudan statûyekê.

Hat gotin, li Serêkaniyê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin û heta niha jî xwepêşandan didome.

Rudaw
Top