Nêçîrvan Barzanî beşdariya merasima sund xwarina Hesen Ruhanî kir
Ev merasima han di saet 2 ya bi wextê Îranê hate lidarxistin û têde hijmareke zêde ji berpirs û nunerên welatên biyanî jî tê de beşdar bûn.
Weke tê zanîn Hesen Ruhanî di hilbijartinên vê carê yên Îranê de weke Serokkomarê Îranê hate hilbijartin û îro bi awayekî fermî postê Serokkomariyê ji Serokkomarê berê Mehmûd Ehmedînejad werdigire.
