Ermenistan nûneratiya xwe vedike û geştên asîmanî digel Kurdistanê dest pê dike
Di civînekê de ku, Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê Îraqê amade bû, cîgirê wezîrê aboriyê Ermenistanê rêz û silavên serokwezîr û cîgirêserokwezîrê welatê xwe gihandin serokwezîrê Kurdistanê û got ku, welatê wî dixwaze bingehê têkeliyên xurt yên di warê aborî de digel herêma Kurdistanê ava bike.
Wezîrê hikûmeta Ermenistanê herwesa got ku, Ermenistan lê dixebite ku, di çarçoveya komîteya hevbeşa Ermenistan-Îraq bo karûberên bazirganî û aborî, zêdetir têkeliyên xwe di gel herêma Kurdistanê di warên cihê de pêş bixe.
Şandeya Ermistanê ew yek jî eşkre kir û himûmeta Ermenistanê lê dixebite ku, nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke û xeta asîmanîya dîrekt di navbera Ermenistan û Kurdistanê de dest pê bike.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazîyê li her pêngaveke ku, bibe sedema zêdetir pêşxistin û berfirehkirina peywendiyan di navbera her du aliyan de, dike.
Serokwezîrê Kurdistanê ew pêngavên hikûmeta Ermenistan; vekirina nûneratiyê û destpêkirina geştên asîmanî di navbera her du aliyan de bilind nirxandin û got ku, hikûmeta Kurdistanê bi giringiyeke mezin li paşeroja peywendiyên bi Ermenistanê re û beşdarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di çalakiyên komîteya hevbeşa Ermenistan-Îraqê de, weke çarçoveyek bi çalakiyên warê aborî û bazirganî di navbera her du aliayn de,
dinêre.
