Nêçîrvan Barzanî gihişt Tehranê
Serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Tehranê ye û ji bo tevlî merasîma sondxwarina serokomarê nû yê Îranê Hesen Ruhanî bibe.
Berpirsê peywendiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, şandeke hizbî û hikûmî li gel in. Ew şand ji wezîrê avakirinê Kameran Ehmed, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ûendamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî pêk tê.”
Duh merasîma radestkirina serokatiya Îranê ji aliyê Mehmûd Ehmedînejad ve ya bo Ruhanî hat lidarxistin. Ev jî piştî wê yekê hat ku rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî hilbijartina Ruhanî pejirand.
Cîgirê kargêriya serokê parlamentoya Îranê li ser naveroka merasîma sondxwarina 11mîn serokomarê Îranê ragihand ku ev merasîm di dîroka Îranê de qet nehatiye dîtin, ji ber ku berpirsên 60 welatên cîhanê ji bo merasîmê hatine vexwendin.
Merasîma sondxwarinê saet 16.00an li parlamentoya Îranê û bi serokatiya Elî Larîcanî dest pê dike.
Rudaw
