• Wednesday, 11 February 2026
logo

Yekîneyên me ligel Artêşa Azad li dijî PYDê şer dikin

Gulan Media August 4, 2013 Nûçe
Yekîneyên me ligel Artêşa Azad li dijî PYDê şer dikin
Di daxuyaniyeke ji bo rojnameya tirkî ya bi zimanê îngilîzî "Today’s Zaman" de, serokê “Meclisa Turkmenên Sûriyê“ Samir Hafez diyar dike ku ew li dijî her hewldaneke Kurdên Sûriyê ne ji bo avakirina rêveberiyekê û diyar dike ku niha 5 yekîneyên Turkmenan ligel yekîneyên Artêşa Azad ya Sûriyê li Serê Kaniyê û li Girê Spî li dijî PYDê şer dikin.

Samir Hafez derbarê rêveberiyeke Kurdan de li Rojavayê ji Today’s Zaman re gotiye: “Ev ji bo me cihê nerehetiyeke cidî ye. Em hewl didin ku gundên Turkmenan li herêmê biparêzin. Em (Turkmen) li vê herêmê bi 5 yekîneyên xwe şer dikin.“

Samir Hafez dibêje ku ti alternatîva yekparebûna xaka Sûriyê nîne û wiha berdewam dike: “Em bi tundî li dijî otonomiya (ya kîjan koma etnîkî be jî) li Sûriyê ne. Dewletek serbixwe, ya kîjan alî jî be, li ser xaka Sûriyê ne di berjewendiya Sûriyan de ye. Ji destpêke ve me yekparebûna xaka Sûriyê parastiye.“

Meclisa Turkmenên Sûriyê dawiya Adara îsal li Enqerê hatibû damezrandin û Samir Hafez bibû serokê wê. Navenda vê meclisê niha jî li Tirkiyeyê ye. Li gor dîtina Samir Hafez, 4 milyon Turkmen li Sûriyê dijîn û gellekên ji 290 gundên wan li herêmên Kurdan in û eger Kurd li herêmê bibin desthilat, Turkmen wê zirarê ji vê yekê bibin.

Rudaw
Top