• Wednesday, 11 February 2026
logo

Komên çete li Rojawayê Kurdistanê Kurdan dikujin

Gulan Media August 3, 2013 Nûçe
Komên çete li Rojawayê Kurdistanê Kurdan dikujin
Di berdewamiya kiryarên terorîstî û hovane yên girûpên tundrew ên îslamî yên li dijî gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê de, Duh jî terorîstên ser bi Elnusra û dewleta îslamiya Îraqê û Elqaêdeyê li Rojawayê Kurdistanê de êrîş kirine ser welatiyên medenî û hijmareke zêde jin û zarokên Kurd kuştine.

Li gor çavkaniyên nûçeyan jî terorîstên ser bi Elnusra kamyonekî welatiyek Kurd yaku, ji Helebê berbi Kurdistanê ve çûye destbiser kirine û zêdetir ji 20 zarok û jinên Kurd ên ku, di nava vê maşîna han de bûne şewtandine.
Top