Di mehekî de 900 kes li Îraqê hatine kuştin
Di daxuyaniyekî de wezareta navxwe ya Îraqê eşkere kiriye ku, di meha derbasbûyî de li seraserê welat de di encama kiryarên terorîstî de 989 welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke gelek zêde jî birîndar bûne.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, berpirsiyarê tewahiya wan kiryaran tevgera terorîstî ya Elqaîdeyê ye û tevgera han dixwaze Îraq ber bi şereke olî û navxweyî ve bibe.
