BDP: bila AKP hevkariya Elqaîde û komên çete neke
Navenda Giştî ya BDP’ê sebaret bi kiryarên El Qaide yên li Rojava li dijî Kurdan dike, daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku çekdarên El Qaîde welatiyên medenî destgîr dike û weke mertal bi kar dihîne. BDP’ê di daxuyaniya xwe de got ku sînorên Tirkiyê ji bo hatin û çûna çekdarên El Qaide hatiye vekirin. Eve jî di bin berpirsiyariya AKP’ê de pêk dihêt.
Di daxuyaniyê de dihête gotin heger li dijî gelê Kurd komkujiyek pêk were eve dibe egera kaosê û dê hemû welatên cîran û yên rojava jî ji ber vê berpirs bin. Daxuyanî dibêje divê bihête zelal kirin ka kê van çekên giran dide çekdarên El Qaide.
BDP di daxuyaniya xwe de dibêje hindek çekdarên El Qaide welatiyên Tirkiyêne û sînorên Tirkiyê di hatin û çûnê de bi kar dihînin. Ji ber vê jî AKP berpirse. Daxuyanî diyar dike ku pêwendiyên baş yên bi gelê Kurd re di berjewendiyê hemû kesan de ye û dixaze ku ji bo dorpêça ser Kurdên Rojava bi dawî bibe hemû kes di nava hewldanan de be.
