Çalakvanên Rojhilat 50 navî didin serokomarê Îranê
Roja 14.07.2013an serokomarê hilbijartî yê Îranê Hesen Rûhanî serdana parlementoya welatê xwe kir. Di şîvekê de bi endamên parlementoyê re jî civiya. Di vê rûniştinê de, nûnerê bajarê Şino û Nexede Ebdulkerîm Husênzade, nameyek bi nûneriya hemû parlementernên kurd daye Rûhanî.
Di nameyê de vî nûnerî nîşan bi wê yekê da ku xelkên Kurdistanê çavên wan lê ye ku Hesen Rûhanî piştî girtina desthilatê, xalên piştguhkirî yên destûrê derbarê mafê netewe û olên cuda cihbicih bike. Herwiha derfeta wekhev li ber xelkên pispor û şareza veke, bo bidestgirtina postên bilind ên hikûmetê.
Herwiha Husênzade doz kir ku hikûmeta Rûhanî hewl bide şûnmaya derengketî û hewadariya siyasî, aborî, komelayetî û kultûrî nehêle. Berpirsiyariya navçeyên cuda ji xelkên xwecîyî hilbijêre.
Piştî vê, nameyeke din jî belav bû, ku tê de nîşan bi navê 32 kesayetiyên pispor û herwiha nûnerên berê yê prlementoya Îranê hatiye kirin ji bo wergirtina postên bilind ên hikûmî ji kabîneya bê ya hikûmeta Îranê. Di vê nameyê de jî teqez li ser pêwîstiya bidawîanîna piştguhxistina rojhilatê kurdistanê, dabînkirina mafan û beşdariya xelkên xweciyî di rêvebirina civaka Kurdistanê de, hatiye kirin.
Ji pêvî van jî, komîtek ji parêzgeha Sine bo destnîşankirina hejmarek kesayetiyên kurd û nasandina wan bi serokomarê hilbijartî yê Îranê pêk hat. Ev komît ji 2 nûnerên niha û 2 nûnerên berê yên xuleya berê, herwiha 2 kes ji endamên kempeyna bangeşeya hilbijartina Hesen Rûhanî li parêzgeha Sine pêk hat.
Nûnerê berê yê Sine li parlementoya Îran û endamê vê komîtê Celal Celalîzade ji Rûdawê re ragihand ku "Ev komît navê 50 kesayetên pisporên kurd dide nivîsgeha Hesen Rûhanî da ku di kabîneya hikûmetê de sûd ji wan bê kirin."
Bi nerîna Celalîzade, xelkên rojhilatê Kurdistanî deng dan bernameya Hesen Rûhanî û mafê wan e ku di vê kabîneyê de beşdariyê bikin.
Rûhanî di dema bangeşeya hilbijartinê de, xaxuyaniyek ji 10 xalan derbarê mafê netewe û olên cuda belav kir. Tê de ragihand ku eger bibe serokomarê Îranê, posteke nû bi navê "Cîgirê netewe û olan" damezirîne û hemû pêkhateyan di hikûmetê de beşdar bike.
Li Îranê, ji pêvî neteweyê farisî, 6 neteweyên din jî hene, ku berpirsên Îranê bi "qewm" wan binav dikin.
Rûhanî di peyamekê de, bi helkefta serketina wî di hilbijartinan de, di behsa neteweyên cuda de têgeha "Hûrkultûran" bikar anî. Vê jî danûstandineke mezin di nav çalakvanên kurd de, li ser toreyên civakî bi dû xwe de anî. Herwiha hejmarekê ji van çalakvanan poşmaniya Rûhanî li ser sozên wî dane xuyanê.
Piştî van behsan, nûnerê bajarê Bokanê Qesîm Osmanî, li civîna parlementoya Îranê eşkere kir ku ji aliyê Hesen Rûhanî ve pêşniyara wergirtina wezaretekê jê re hatiye dan. Lê wî qebûl nekiriye. Osmanî di bersiva vê dawiyê de ragihand ku "Ev pêniyar nîşana pabendbûna Rûhanî ye bi sozên xwe re. Lê ez nûneriya xelkên Îran û xizmeta xelkên Bokanê bi posta wezîr û tew serokomar jî naguherim."
Heta Niha Kurd derfeta wê yekê bo wan nehatiye dan wek nasîna neteweyî ku posta bilind di hikûmeta Îranê de werbigirin. Bereya Yekgirtû ya Kurd, Bereya Rîformxwazên Kurd, hejmarek ji çalakvan û nûnerên kurd ên parlementoya Îranê, hewl didin ku cîgirê serokomar bo karûbarê "Netewe û olan" û hejmarek postên din ku Rûhanî berê soz daye, bo kurd werbigirin. Eger bo vê mebestê wek hevgirtî kar nakin, lê hêviya wan bi wê yekê heye ku dozdariyên wan hevbeş in.
Nûnerê berê yê bajarê Sine li parlemetoya Îranê Celal Celîzade dibîne ku hemû aliyên Kurdistanê dozdariya hevbeşiya wan heye, lê da ku karibin bigihin daxwazên xwe pêwîst e hevgirtî bin.
Rudaw
