Hewl hene ku Kongreya Neteweyîya Kurd toşî şikestê bibe
Piştî pêkanîna Komîteya Amadekar bo Kongreya Neteweyî ya Kurd, aliyekî herêmî hewl dide ku çend aliyên beşdarê kongreyê poşman bike daku kongreyê boykot bikin, vêna jî wiha kiriye ku bernameyê karê kongreyê bi awayekî nehênî birêve biçe.
Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Hemesalih Qadirî ji rojnameya Basê re got: ‘’Bêguman hinek aliyên herêmî naxwazin kongreya neteweyî biserkeve, ji wan jî zêdetir Komara Îslamî ya Îranê.’’
Qadirî wiha axifî: ‘’Her saziyeke neteweyî ya Kurdî ku bê wateya yekbûna gelê Kurd, ne bi dilê Îran û dilnexwazan e, loma her çi ji destê wan were berî ku ew sazî yan her çibe ji dayîk bibe dê ji nav bibin, ger bikaribin.’’
Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Dr. Fayiq Gulpî jî tekez kir ku bi awayekî giştî dewletên herêmî naxwazin Kongreya Neteweyî ya Kurd serkeftinê bidest bixe û got: ‘’Lê vê carê rewş cuda ye, ji ber rewşa İraqê xirab e û nikare eşkere dijayetiya wê kongreyê bike, herwiha Tirkiye jî li bakur ligel Kurdan di gotûbêjê de ye, li başûr konsolxaneya wê heye û peywendiyên wê ligel hikûmeta Kurdistanê baş in, Îran jî rûbirûyê krîzeke mezin bûye ku ambargo li ser e. Loma divê Kurd vê derfetê ji dest nedin û bilez kongreya xwe sazbikin.’’
Gulpî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Ji bo Kurdan gelekî girîng e ku bikaribin vê rewşa heyî bo kongreya neteweyî bikarbînin. Ger ev kongreya han bikaribe gotareke yekgirtî ya Kurdan çêbike û stratejiyek bihêz deyne, ew mefhum jî namîne ku dihat gotin divê pirsa Kurd li her parçeyekî Kurdistanê ligel wan welatên ku lêne bê çareser kirin. Niha dema wê hatiye ku Kurd li Rojhilata Navîn bi awayekî yekgirtî siyasetê bikin.’’
Jêder: heftenameya Bas
