Ocalan gefa rawestandina pêvajoya aştîyê kir
Xwîşk û xalê Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Suleyman Arslan, xwîşka Şeyhmûs Poyraz Felek Cizlamaz û warîsa Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû, piştî bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn, ji Girava Îmraliyê vegeriyan Fermandariya Jendermeyan a Gemlîkê.
Xalê Ocalan Suleyman Arslan daxuyaniyeke kurt da û got, "Ez 1500 km rê hatim, bi tenê nîv saet dan me ji bo em hevdîtinê bikin. Mafê me dixun. Pêvajoya aştiyê wê çawa bimeşe. Piştî 40 salan cara yekemîn e dibînim, pêvajoya aştiyê weha nabe.”
Li ser pirseke rojnamevan a derheqê peyama Ocalan de Arslan got: "Ji me re got, eger pêvajoya aştiyê bi vî rengî bimeşe, ezê destê xwe jê vekişînim.”
Fatma Ocalan da xuyakirin ku wan di hevdîtinê de hîn bêtir mijarên navxweyî yên malbatî axivîne.
Jêder: ANF
