Nahêlin gêncên Kurd ji nav Cebhet Nusre derkevin
Birêvebirê ragihandina wezareta Ewqafê û karûbarê olî ya Hikûmeta Herêmê Mêrîwan Neqişbendî, ji Xendanê re ragihand: "Hejmarek ji wan gêncên Kurd yên Herêma Kurdistanê ku bo şer li dijî Beşar Esed çûbûn nav Bereya Nusre li Sûriyê amade nînin dijî hêzên Kurd yên rojavayê Kurdistanê şer bikin.
Neqişbendî diyar kir û got: Ew gêncane ji biha ve dixwazin vegerin bo Herêma Kurdistanê lê belê çekdarên berya Nusre rê nadin wan û hindek ji wan jî destgîr kirine."
Mêrîwan Neqişbendî got: "Îro çarşeme 31/7/2013`an, bavê yek ji ew gêncan ku serdana me kir û ji me re ragihand ku kurê wî ev demeke berya niha çûye bajarê Musilê û bi qaçaxî sînorê Êraqê derbas kiriye û xwe gîhandiye nava Sûriyê."
Neqişbendî got: "Kurê wî jidayîkbûyê sala 1990`an û hevsergîrî nekiriye li Sûriyê peywendî bi bavê xwe re kiriye ku ew bi mebesta şerkirinê li gel rêjîma Başar Esed çûye bo Sûriyê lê belê piştre bo wan diyar bûye ku ew li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê şer dikin û ji ber vê wan ev yek red kiriye."
Wê gêncî ev jî ji bavê xwe re gotiye ku niha Bereya Nusre rê nade wan daku vegerin Herêma Kurdistanê û ji ber vê yekê bavê wî kurî daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku hevkariya wî bikin bo vegeryana kurê wî.
Mêrîwan Neqişbendî got: "Ew gênce xelkê bajarê Hewlêrê ye ku eve yekem care em dibîsin gêncê Hewlêrê jî bo şerkirinê çûye Sûriyê."
Neqişbendî cext li wê yekê jî kiriye ku, zêdetir li 10 rojane çûyîna gêncên Herêma Kurdistanê bo Sûriyê rawestiyaye û niha berûvajî bûye û got: “Ew gêncê Hewlêrî li gel hevalên xwe çûye ku çê dibe ew jî Hewlêrî bin . li gor gotina bavê wî pêştir ser bi çi aliyelkî siyasî nebûye, heya mizgeftê jî neçûye.”
Xendan
