Barzanî û Daudoglo rewşa rojavayê Kurdistanê nirxandin
Barzanî û Daudoglo di civîna xwe de; rewşa Rohjilata Naverast, rewşa Suriyeyê, pevçûnê li rojavayê Kurdistanê, ew metirsiyên rûbirûyê rojavayê Kurdistanê û deverên kurdan dibin,rewşa aloza Îraqê, Kongreya Netewîya kurdî û têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin.
- Li dor rewşa Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û bexdayê, wezîrê derve yê Tirkiyeyê li hember başbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û hewilên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinan tê kirin, piştgiriya welatê xwe diyar kir.
- Li dor amadekariyên ji bo sazkirina Kongreya Netewiya Kurdî tên kirin, Daudoglo got ku, Tirkiye pêşwaziyê li xebatên çareserkirina pirsgirêkan biaşitî û dûr ji şidetê dike. Wezîrê derve yê Tirkiyeyê hêvî kir ku, hemû aliyên beşdar pabendî biryar û tewsîyeyên Kongreyê bibin
- Her du aliyan bi dûr û dirêjî têkeliyên nevbera Hewlêr û Enqereyê nirxandin û tekîd li ser zêdetir xurtkirina têkeliyên aborî û bazirganî û hevahengiya di warê enerjiyê de kir.
