Kurd û lîsta Esîl Nucûyfî hikûmeta Mûsilê pêk dihînin
Jêderekê ji lîsta birayetî û pêkvejiyanê li parêzgeha Mûsilê ew zanyarî piştrast kiriye û ji heftenameya Bas a herêma Kurdistanê re ragihandiye, ku guftûgo li gel alîyên serkevtîyên hilbijartinên encûmena parêzgeha Mûsilê berdewame bi mebesta pêkanîna hikûmeta nawçeyîya Mûsilê û lîsta birayetî û pêkvejiyanê û lîsta Nehze ya Esîl Nucûyfî bi hev re rêkevtin kirine ku di maweya evê hefteyê de hikûmetê pêk bihînin.
Evê jêderê herwiha ragihandiye, ku Kurd piştevanîyê li Nucûyfî dike da ku dubare posta parêzgarîya Mûsilê werbigre li hember wergirtina posta serokê encûmena parêzgehê ji alîyê lîsta birayetî û pêkvejiyanê ve.
