• Wednesday, 11 February 2026
logo

Muqteda Sedir gefan li Malikî û hevpeymaniya nîştimanî dixwe

Muqteda Sedir gefan li Malikî û hevpeymaniya nîştimanî dixwe
Piştî teqînên duhê yên li çendîn bajarên Îraqê de ku, bibûn sedema kuştina bi dehan welatî û birîndar bûna sedan welatiyên din, îro jî Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir jî gef li Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî û hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê dixwe.

Muqteda Sedir herwiha daxwaz ji hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê kiriye daku, dev ji karê xwe berde anî hewl bo çê kirina yekdengî li ser baştir birêvebirina postên ewlekarî yên Îraqê de bide.

Sedir eşkere kiriye ku, pêwîste berpirsên niha yên hêzên ewlekarî ji postên xwe werin dûrxistin.

Sedir herwiha daxwaz ji endamên ser bi tevgera xwe kiriye daku, dev ji postên xwe berdin û heta rewşa ewlekarî ya Îraqê baş nebe wenegerin ser postên xwe.
Top