• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Konsolosê Tirkiyeyê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Konsolosê Tirkiyeyê civiyan
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Mihemed Akîf Înam kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa girîngiya peywendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de kirin û rewşa Kurdistan, Îraq û deverê jî nirxandin.

Di berdewamiya hevdîtina han de Konsolosê nû yê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe a li hember destbikar kirina xwe li Kurdistanê de diyar kir û silav û rêzên wezîrê derve yê vê welatî jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir.

Nav hatî hêvî xwest ku, bikarêbe di dema kar kirina xwe li Kurdistanê de asta peywendiyên navbera her du aliyan bilidtir bike.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Konsolosê Tirkiyeyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekez li ser siyaseta hikûmeta Kurdistanê ya bo bihêztir kirina peywendiyên Kurdistanê ên bi civaka cîhanî bi giştî û Tirkiye bi taybetî kir
Top