Yûnêsko (UNESCO) û wezareta perwerdeya herêma Kurdistanê hevkarîya hevbeş dikin
Li gor malpera fermîya hikûmeta herêma Kurdistanê, duh roja yekşembiyê 28.07.2013ê li bajarê Hewlêrê, şandeyeke rêxistina UNESCO ku, ji çend şareza, pispor û şîretmendên buwarê perwerdeyê pêkhatibû, serdana wezareta perwerdeya herêma Kurdistanê kir û digel berprisên wezaretê civiyan.
Di civînê de behsa danîna pilana stratejîk û pilaneke hevçerx (serdem) bo buwarê perwerdeyê û pêşxistina xwandina pîşeyî li herêma Kurdistanê hate kirin.
Di civînê de tekez li ser ewê yekê hate kirin ku, perwedeya herêma Kurdistanê pêywîstî bi şarezayî û pisporîya rêxistina navbirî heye û tekezî li ser bedewamîya dîdar û civînan di navbera her du alîyan de hat kirin.
