Parlemana Iraqê li hember hewla guherandina demografîya Seidîyeyê bêdenge
Ehmed Zergoşî birêveberê nahîyeya Seidîye ku devereke Kurdistanî ye û niha li gor qanûnê hêşta li derveyê îdareya hikûmeta herêma Kurdistanê ye, di bêjedanekê de rexne li parlemana Iraqê girtiye û sebaret bi çawayîya reftara parlemanê ligel pêkhateyên Diyalayê, parleman bi du rû bi nav kiriye û gotiye:´´ kurd pêkhateyeke jibîrkirî ye û ti giringîyek pê nehatiye dan ji alîyê parlemanê ve.´´ Zergoşî amaje bi ewê çendê jî kiriye ku parlemana Iraqê demlidest komîteyek pêk anî bo çareserkirina qeyrana Miqdadîye, lê komîteyek neşand bo Seidîyeyê bo çareserkirina arîşeyên wê.
Zergoşî herwisa tekez kiriye, ku nahîyeya Seidîye rûbirûyê pilaneke tirsnak dibe û demografîya wê li dijî pêkhateya Kurd dihête guherandin.
