Xwenîşandana Kurdên Rojava dest pê kir
Beriya bêhnekê hejmarek berçav ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê û akinciyên bajarê Silêmaniyê hatin ser kolana Salim û li dijî kuştin û birîna Kurdan li Sûriyê xwenîşandanek nerazîbûnê encamdan.
Xwenîşanderan bi bilindkirina ala Kurdistanê û wêneyê Ocalan û bi bilindkirina çendîn diruşman ji kolana Salim berbi Parkê Azadî bi rêketin.
Xwenîşanderan daxistina sînorên Rojavayê Kurdistanê di rûyê penaberên Kurd de û pêdana çekan bi grûpên çekdar yên Opozisyona Sûriyê ji aliyê welatên derve ve şermezarkirin.
Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê di beyannameyekê de daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê kirin ku deriyê sînor di rûyê penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de veke û kesûkarên ciwanan jî rêgirbin li hemberî çûna kurên wan bo eniyên şerê li Sûriyê bi navê cîhad û çûna nav rêzên grûpên çekdar yên Îslamî.
Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê daxwaz kir ku îdî ciwanên akinciyên Silêmaniyê ji aliyê wan grûpan ve neyên xapandin ku bi navê cîhadê şerê birakujiyê li hemberî Kurdan dikin û daxwaz ji wan dikin ku lûleyê tifingan arasteya birayên xwe yên li Sûriyê bikin.
Hêzên asayîşa navxwe erkê parastina ewlekariya xwenîşandanê girt stûyê xwe, ku beriya niha bi awayekî fermî rêxistinên Kurdên Rojava moleta xwenîşandanê li bajarê Silêmaniyê wergirtibû.
Xendan
