• Wednesday, 11 February 2026
logo

Total bi fermî encama çalakîyên neftîyên xwe li Kurdistanê aşkira kir

Total bi fermî encama çalakîyên neftîyên xwe li Kurdistanê aşkira kir
Kompanyaya Total a Fransî bo cara yekemîn bi fermî encama karên xwe yên li Herêma Kurdistanê eşkere kir û ragihand ku geryana wan a bo vedîtina petrolê li kêlgehên petrolê yên Kurdistanê serkevtî bûye.


Li gor raporteke malpera Blumberg a Amerîkayî, kompanyaya Total a Fransî ku yek ji kompanîyên mezinên buwarê petrol û gazê ye, rêveberê cîbicîkarê evê kompanyayê eşkere kiriye ku niha li kêlgehên petrolê yên Herîr li nêzîkê Hewlêrê û kêlgeha petrolê ya nû li nêzîkê bajarê Kerkûkê bi karê xwe ve mijûl in.

Di vê derbarê de Rêveberê Cîbicîkarê kompanyaya Totalê Christopher D. Merger got: ‘’Ew bîra ku li kêlgeha Herîr hatiye kolan, encameke baş nîşan daye, niha di jêr pişkinînê de ye û encamên bîrên nû jî destkevteke baş pêşan didin. Herwiha bernameyên me yên Kurdistanê ji xeynî wan her du kêlgehan, kolana çar bîrên din jî li xwe digire.’’

Kompanyaya Total xwediyê ji sedî 25’ê pişka kêlgeha petrolê ya Herîr û Sefîn e û herwiha xwediyê ji sedî 20’ê kêlgeha petrolê ya nû ye. Sala 2011’ê kompanyaya Totalê ragehand ku girêbest ligel hikûmeta Kurdistanê îmze kiriye, lê belê vê girêbestê hikûmeta Iraqê aciz kir û gefa wê yekê lê xwar ku dê kompanîya navbirî bixe lîsteya reş, lê belê heta niha tiştek ji wan gefan dernekevtiye.

Bas news
Top