• Wednesday, 11 February 2026
logo

Fermangeha mîdiyayî ya ciwata wezîran tê damezrandin

Fermangeha mîdiyayî ya ciwata wezîran tê damezrandin
Duh ciwata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr birêz Nêçîrvan Barzanî civiya û di vê civîna han de projeya borda birêvebirin û parastina av li Kurdistanê de hate nîqaşkirin.li gorî vê porjeya han dibe aveke paqêj bo pêdeviyên sereke yên jiyana rojane û warên çandin û cotyariyê were dabînkirin û pêşiya qirêj kirina avê were girtin û hewl bo çê kirina bendavên zêdetir were dayîn.

Her di derbarê çawetiya parastina ava baranê wezîrê çandinê û çavkaniyên avê raportek pêşkêş kir û ragehand ku, heta niha bo parastina ava baran û lehiyan 86 bendavên biçûk hatine çêkirin û çendîn bendawên din jî wê werin çêkirin.

Her di vê civîna han de biryar hate dayîn daku, bordek ango komîteyek bo parastina avê ser bi ciwata wezîran were damezrandin.

Piştî bi dawî hatina giftûgoyan di derbarê projeya avê de projeyeke din jî a bi navê porjeya parastina mafên zarokan jî hate nîqaşkirin û ji aliyê ciwata wezîran ve hate qebûlkirin.

Dibeşeke din ya vê civîna han de behsa meseleya damezrandina fermangeha mîdiya û zaniyariyên ciwata wezîran jî hate nîqaşkirin û biryar hate dayîn daku, bo bihêztir kirina peywendiyên navbera ciwata wezîran û wezaretan û kanalên ragehandinê navendek bi navê navenda mîdiyayî were damezrandin.
Top