Li Kobanê ENKS û EGRKê li hevkirin
Êrişên Cebhet El-Nusra yên li dijî malbatên kurdan ên li herêma Girê Spî û kombûna ketîbeyên Îslamî li ber sînorê herêma Kobanî ji aliyê herêma Minbijê ve wiha kir ku Encumana Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û Encumanê Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li herêma Kobanî piştî rawestineke dirêj a karê hevbeş, ji nû ve komîteyên hevbeş ava bikin. Armanca wan komîteyan jî parastina bajarê Kobanî ya ji ketîbeyên Îslamî yên tundrew ên wek Cebhet El-Nusra û karê xwe bi hevre berdewam bikin.
Herdu encumanên kurdî qebul nakin ku Cebhet El-Nusra û hêzên biyanî derbasî herêma Kobanî bibin.
Piştî êrêşên Cebhet El-Nusra li ser xelkê kurd li herêma Til Ebyat, herdu encumanê kurdî li Kobanî wê bi yek helwestê xebata xwe li dijî êrişên li ser xelkê kurd berdewam bikin û herêma Kobanî bi rêvebibin.
Rudaw
