• Wednesday, 11 February 2026
logo

Jiber teqînekî henarde kirina petrolê bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin

Jiber teqînekî henarde kirina petrolê bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin
Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Besrayê ragehand ku, îro danê sibê du maşînên bombekirî li kolana bazirganî ya li Bakûrê vê bajarê de hatine teqandin lêbelê hîn jî di derbarê zererên wan teqînan de ti zaniyariyek li berdest de tuneye.

Hevdem her îro li bajarê Mûsilê de jiber teqîna bombeyekî li ser boriya petrolê de henarde kirina petrola Kerkûkê bo Tirkiyeyê hatiye rawestandin.

Di vê warî de berpirsên boriya petrolê eşkere kirin ku, vê di nava 72 saetan de ew boriya han were çêkirin.
Top