• Wednesday, 11 February 2026
logo

Êraq: Serkirdeyên revyayî yên Qaîdê gihîştin Sûriyê

Êraq: Serkirdeyên revyayî yên Qaîdê gihîştin Sûriyê
Berdevkê fermî yê lîsta Mutehîdon bi serokayetiya Usame Nucêfî çend zanyariyên nû libarê êrişkirina ser herdu girtîgehên Tacî û Ebu Xirêb aşkira dike ku bi gotina wî di raporta lijneya asayîş û berevaniyê ya encûmena nûneran de ketiye destê wî.

Li gor daxuyaniyekî berdevkê fermî yê lîsta Mutehîdon Zafir A`nî, berya heftiyekê ji êrişa ser girtîgehê (50) serkirdeyên rêxistina Qaîdê li girtîgeha Nasiriyê guhastin bo girtîgeha Ebu Xirêbê bi mebesta amadekirina wan bo revê.

Li gor daxuyaniyê, ew otombêlên Hamir rojane bi derdora girtîgehê de digeriyan berya êrişê bi çend demjimêran û piştre ew paşvekişandin û li navçeyê neman.

Her li gor zanyariyên Zafir A`nî ku ji raportê wergirtiye dibêje ku di dema êrişkirina ser girtîgehê de kareba li herdu girtîgehan hatiye birrîn.

Berdevkê Mutehîdon aşkira jî dike ku hejmara kesên reviyayî ji (736) hukimxwaran pêk tê ku niha (425) ji wan li derve ne. Zafir A`nî aşkira dike ku li gor zanyariyan serkirdeyên Qaîdê gihîştine Sûriyê û çûne nav rêzên bereya Nesre (Cebhet Nusre) bo amadekirina şerekî nû dijî artêşa Sûriyê ya Azad û ji bo sivikirina giranî û fişarên ser rêjîma Esed.

Wî jêderî ev jî aşkira kir ku sê raportên istixbaratî ketine destê birêveberiya giştî ya girtîgehan û bi hûrî behsa plana encamdana êrişê têde hatiye kirin, ku piştre jî ew raport berya 6 demjimêran ji êrişê pêşkêşî rêvebirê girtîgehê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye di wê êrişê de 7 polîs û yek efser hatin kuştin û 6 polîs jî birîndarbûn ev di demekê de ye ku tu zêrevanên girtîgehê nehatine kuştin ku hejmara wan 936) pasavanin.

Xendan
Top