Erdogan ligel malbatên Roboskê civiya
Duh piştî merasîma vekirina Balafirxaneya Şerafedîn Elçî ya li Şirnexê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di xwarina fitarê de ligel malbatên Roboskê hat ba hev. Zekî Tosun ê ku di komkujiya Roboskê de kurê wî hatî kuştin, piştî hevdîtina ligel Erdogan wiha got: “Me xwest kujer bên diyarkirin û em ji hevdîtinê keyfxweş bûn.”
Zekî Tosun di daxuyaniya piştî hevdîtina ligel Erdogan de ragihand ku wan di hevdîtinê de rewşa zarokên xwe pirsiye û wiha got: “Me xwest kujer bên dîtin û em ji hevdîtinên memnûn bûn. Înşallah serokwezîr wê pirsgirêkê çareser bike. Pirsa tezmînatê nehat rojevê. Tenê me xwest kujerê zarokên me were dîtin. Birêz serokwezîr di vî warî de wê daxuyaniyê bide.”
Tosun ragihand ku di komkûjiyê de kurê xwe yê bi navê Mehmet Elî Toson winda kiribû. Welî Encû jî diyar kir ku wê derbarê hevdîtinê de, daxuyaniyek ji aliyê malbatên Roboskê ve were dayîn.
Hevdîtina Erdgogan a ligel malbatên Roboskê saet û 10 deqîqeyan dom kir.
Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş jî derbarê hevdîtina Erdogan û malbatên Roboskê de destnîşan kir ku wan ji malbatên Roboskê xwest ligel Erdogan bicivin û wiha got: “Daxwaza me neşikandin.”
Berî vê daxuyaniya Demîrtaş, BDPê ragihandibû malbat ligel Erdogan nacivin.
Şeva 28ê Kanûna 2011an balafirên şer ên Tirkiyê li ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistanê 34 gundiyên gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilbana Şirnexê bi bihaneya ‘terorîst in’ bombebaran kiribûn. Di encamê de 19 ji wan zarok, 34 kes hatibûn kuştin.
Tevî ku du sal û nîv li ser bûyerê re derbasbûye jî hê kujerên bûyerên nehatine eşkerekirin û dadgehkirin.
Rudaw
