• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bulent Arinç: Turkiye ragihandina herêma Kurdî li bakurê Surîya qebûl nake

Bulent Arinç: Turkiye ragihandina herêma Kurdî li bakurê Surîya qebûl nake
Bulent Arinç cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê helwêsta fermîya hikûmeta Turkiyeyê di bareya gorankarîyên Rojavayê Kurdistanê de ragihand û tekez kir ku Turkiye li beramber xweserîya Kurdên Surîya xemsar nabe û herêmeke din a Kurdî qebûl nake.

Li gor nûçeya rojnmayea Miliyet a Turkiyeyê, di demekê de ku mijara gorankarîyên bakûrê Surîya (Rojavayê Kurdistanê) û pevçûnên navbera hêzên çekdarên PYD û bereya Ekrad (Cebhet ElEkrad) li hember rêkxistinên Elqaîde û Cebhet Elnusre, serinca dezghên ragiahdinîyên nawçeyê û cîhanê bi xwe ve mijûl kirine, egera ragihandina xwe birêveberîya Kurdên Surîya, fikr û mejîyê şrovekar, dezgehên ragihandinî û dewleta Turkiyeyê bi xwe ve mijûl kiriye.

Her ji bo hilsengandin û şiroveya gorankarîyên li bakurê Surîya û herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, çendîn caran berpirsên pile bilindên hikûmet û dezgehên dewletîyên ewî welatî kom bûne. Bulent Arinç cîgirê Receb Tayib Erdogan serokwezîrê Turkiyeyê pêr piştî kombûna şanda hikûmetê bo gengeşekirina pirsa bi desthilat gihîjtina partîya yekîtîya demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê, di konfranseke rojnamevanî de ragihandiye, ku Enqere li hember gorankarîyên bakurê Surîya bêdeng û xemsard nabe.

Bulent Arinç ragihandiye:´´ Turkiye hemû gorankarîyên bakurê Surîya berçav dike û bi raşkawî (serahet) ewê radigihînîn ku li hember her core diyardeyeke defakto û ragihandina nafermîya sîstema xwebirêveberîyê, dê helwêsta me hebe.´´

Herwiha di bareya mijara helwsêta Turkiyeyê ya li hember gprankarîyên ewê dawîyê li Rojavayê Kuridstanê de, rojnmaeya Today Zaman a Turkiyeyê jî her ji zarê Bulent Arinç ragihandiye, ku Turkiye rêz li sînorên welatê Surîya digre ku hevsê ye, lê tekez kiriye ku ew qebûl nakin ku herêmeke otonoma Kurdî li Surîya bihê avakirin.

Arinç red nekiriye ku Turkiye dê rêgirîyê ji avabûna nawçeyeke bi ewî coreyî bike, lê ragihandiye ku bi agahî û hûşyarî ve temaşeyê gorankarîyan dike.

Berpirsên Turkiye li hember bûyerên ewê dawî yên nawçeyên Kurdî yên Surîya gelek dilgiranin ku hêzên Kurdî nêzîke ku hemû nawçeyên Rojavayê Kurdistanê kontrol bikin. Nîgeranîya Enqereyê di maweya evê heftîyê de demekê zêdetir bû ku hêzên PYD karîn çekdarên Elqaîde û hêzên din ji bajarê hestyarê sînorî, Serêkanîyê derbixin û bi temamî kontrol bikin. Herwisa belavbûna dengoya egera ragihandina herêma Kurdî ji alîyê Kurdên Surîya ve, bi şêweyeke berçav Turkiye dilgiran kiriye.
Top