Li Çelaxa teqîn û li Girkê Legê şer berdewame
Ajansa Hawarê belavkiriye ku, îro çarşeme di demjimêr 11.00’an de li dijî benda Asayîşê ya li gundê Zexîre ya di navbera Girkê Legê û Çelaxa de ye, êrîşek bombeyî pêk hat.
Hatiye ragihadin ku êrîş bi rêya otombêlekî bombekirî hatiye encamdan û di encama teqînê de 2 endamên Asayîşê yên jin jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndarbûne.
Ji aliyekî din, Li nêzî gundê Sikeriyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de, di navbera hêzên YPG’ê û koma Cephet El-Nusra de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 25 endamên Cephet El-Nusra hatin kuştin, endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê belavkiriye ku, pevçûn şevê din destpê kirin û heta serê sibehê bi dijwarî dom kirin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnê de 25 endamên Cephet El-Nusra hatin kuştin û endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku ji ber pevçûnan li herêmê şewat derket.
Xendan
