• Wednesday, 11 February 2026
logo

Rûsya êrişên li dijî Kurdên Rojava şermezar dike

Rûsya êrişên li dijî Kurdên Rojava şermezar dike
Wezareta derve a Rûsyayê di beyannamekê de ew êrişên li navçeya Serêkaniyê û Til Ebyedê yên li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê ku Kurd lê dijîn ji aliyê terorîsta şermezar kir.

Di beyannameya wezareta derve a Rûsyayê de hatiye ku endamên komên îslamî yên tundrew 500 welatiyên Kurd revandine û hejmarek mezin jî ji sivîlan serjê kirine.

Li gor agahiyên gihêştine destê me komên terorîst hîna 200 kes wek girtî di destê wan de mane û wan wek mertalên mirovî bikartîne.

Wezareta derve diyar kir ku rûdanên li bakûrê rojhilata Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) rû didin dide nîşan dan ku pêwîstiyek mezin heye ku bendê di beyannnameya dawî ya lûtkeya G8`ê bo yekxistina hewldanan bo derkirina komên terorîst ji welêt , hem hikûmet û hem jî hêzên opozisyonê bi cî bine.

Derveya Rûsya teqez li wê yekê jî kir ku divê ev erk yek ji bendên serekî ya rojeva kongireya Cinêv 2 be.

Xendan
Top