Teqîn di du mizgevtên Kerkûkê de
Birêveberayetîya polîsê Kerkûkê di bêjedanekê de ragihand, ku şeva bihorî di nava du mizgevtên bajar de li taxa 1 Adar û di dema nivêjên terawîh de, du kirdarên terorîstî çê bûn ku di encam de 10 kes giyanê xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Birêbeberayetîya polîsê Kerkûkê herwisa ragihandiye, ku her du bûyerên terorîstî di encama teqînan du bomban li du mizgevtên taxa 1 Adar a Kekrûkê yên bi navên mizgevta Salihî û mizgevta Omer kurê Xetab qewimîn.
