• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ronahî Serhed: Gotara Serok Barzanî Yekîtiya Kurdan gerentî kir

Ronahî Serhed: Gotara Serok Barzanî Yekîtiya Kurdan gerentî kir
Nunera Kongra gel Ronahî Serhed yaku, beşdariya civîna duhê ya part û aliyên her çar parçeyên Kurdistanê a li Selahedînê de kiribû ragehand ku, gotara Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî yaku, di destpêka civînê de pêşkêş kir netenê çarçoweya kongre û çalakiyên komîteya amadekar diyar kir belku, ev peyama han gerentiyeke gelek baş bû bo tevahiya part û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê.

Ronahî Serhed di daxuyaniyeke de ji nûçetvê re eşkere kir ku, civîna duhê civîneke gelek girîng û serkeftî bû û hebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî gerentiyeke gelek mezine bo serkeftina kongreyê.
Top