• Wednesday, 11 February 2026
logo

Endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê hate kuştin

Endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê hate kuştin
Jêderekê agahdar aşkira kir ku, Duh 22/7, berya kêlîkê di êrişeke çekdarî de endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê û du pasawanên wî hatine kuştin.

Di wê barê de jêderê ji Xendanê re ragihand: Duh 22/7 berya kêlîkekê endamekî encûmena parêzgeha Kerkûkê bi navê (Ebdula Samî Asî) ji aliyê çend çekdarekî nenas ve destdirêjiya gule li wan hatiye kirin û bi xwe û du zêrevanên wî di cî de hatine kuştin.

Heman jêderê amaje bi wê yekê kir ku Ebdula Samî Asî li ser lîsta (koma Erebî) bûye û ew kiryar di navbera gundê Seyade û bazara meywe a Kerkûkê de hatine gulebaran kirin.

Xendan
Top