• Wednesday, 11 February 2026
logo

Cebhet Elnesre û Çekdarên Elqaîde: Kesê Kurdan bikuje jinên wan jê re helale

Cebhet Elnesre û Çekdarên Elqaîde: Kesê Kurdan bikuje jinên wan jê re helale
Çekdarên tundrewên Cebhet Elnesre ya ser bi Elqaîdeyê, di berdewamîya şer û pevçûnên xwe de li gel hêzên Rojavayê Kurdistanê û şikestina wan li hember hêzên Kurdî de, li mizgeftan ve banga kuştin û talankirina Kurdan dikin û ragihandine ku her kesek Kurdan bikuje, jinên wan jê re helale û yekser diçe beheştê.

Li gor zanyarîyên malperên Rojavayê Kurdistanê û ajansa nûçeyan a Firat, şer û pevçûn di navbera hêzên Rojavayê Kurdistanê û çekdarên grûpên terorîstîyên ser bi dewleta îslamîya Iraq û Şamê û Cebhet Elnesr a Elqîdeyê li Girê Sipî (Til Ebyez) berdewame û di nûtirîn pêşhatên şer dem hêzên ewan grûpên terorîstî û tundrew li mizgevtên devrên di jêr kontrola xwe de banga kuştina Kurdan û talankirina mal û mulên wan û jinên Kurdan dikin û jinên Kurdan li çekdarên xwe helal kirine.

Li gor zanyarîyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, grûpên teorsîtîyên ser bi Elqaîde ve, herwisa ragihandine, ku her kes kurdan bikuje, jinên Kurdan bo wî helalin û ewê evan karan pêk bihîne, dê yekser biçe beheştê.

Ji alîyekê din ve Cebhet ElEkrad ku hêzeke Kurdî ye û li gel hêzên YPG li gel çekdarên Elqaîde û Cebhet Elnesre û dewleta îslamîya Iraq û Şamê şer dike, ragihand, ku di nûtirîn pevçûnan de, hêzên wan di Girê Silolih tankeke grûpên çeteyên ser bi Elqaîde ve têk şikandiye û dest bi ser 4 doşka, yek hawen û 3 mûşekên taybet de girtiye. Li gor ragihana Cebhet ElEkrad, dem bi dem hejmara kuştîyên grûpên çete zêdetir dibe û di encama pevçûnan de 5 şervanên wan giyanê xwe ji dest dane û 7 şervan jî birîndar bûne.
Duh jî çekdarên heman ewan grûpên ser bi Elqaîde ve, serê xortekî Kurd li Girê Sipî birîn, ew jî di demekê de ku heyva Remezanê ye û banga ewê yekê dikin ku ew grûp îslamî ne.

Jêderên nûçeyan duh jî ragihandin, ku hêzên Kurdî ku emîreke grûpa terorîstîya Cebhet Elnesre ya ser bi Elqaîde ve girtibûn, li hember azadkirina 300 hevwelatîyên sivîlên Kurd de, ev serkirdeyê Cebhet Elnesre azad kirin. Navvê wî serkirdeyê Ebûmuseb hatibû ragihandin.

Li gor beyannameyeka çavdêrîya Surî bo mafê mirov, dewleta îslamîya li Iraq û Şamê, îro 300 hevwelatîyên Kurdî azad kirine ku duh şev ji alîyê çekdarên wan ve hatibûn girtin. Li gor çavdêrîya Surî bo mafê mirov, artêşa azad a Surîuêç, navbeynkarê navbera hêzên Kurdî û grûpên tundrewên ser bi Elqaîdeyê bûye.
Top