• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serkeftinên Lîwaya Cebhêt Ekrad li Girê Spî

Serkeftinên Lîwaya Cebhêt Ekrad li Girê Spî
Li gor nûçeyek malpera Lîwaya Cebhêt El Ekrad di dema niha hêzên grûpên çekdar bi tankên ku ji Turkiyê hatine, hêrişî gundê El Yabise ya bajarê Girê Spî (Til Ebyed) dike û di encama şer û pevçûnên navbera Lîwaya Cebhêt Ekrad û grûpên çekdar de , hêzên Lîwaya Cebhêt El Ekrad dest danîn ser 3 çekên Doşka, her weha grûpên çekdar di wê gundî de ji aliyê Lîwaya Cebhêt Ekrad hatine dorpêç kirin.

Ji aliyekî din ve li bajarê Qamişlo zêdetirî 100 ciwanên Kurd bi armanca piştgirî û hevkarîkirina Yekîneên Parastina Gel (YPG) û Lîwaya Cebhêt El Ekrad û akinciyên wî bajarî tevlî rêzên YPG bûn û di dema niha de di amadebaşiyê de ne.

Hêjayî gotinê ye ki îro grûpên ser bi Rêxistina Cebhêt El Nesre û Rêxistina Dewleta Îslamî li bajarê Îraq û bajarê Şamê Mala Gel li bajarê Girê Spî teqandin.

Xendan
Top