Hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê emîreke rêkxistina Elqaîdeyê girtin
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Fransa, jêderên mafên mirov ên Surîyê ragihandine, ku ev fermandeya Elqaîdeyê li bajarê Til Ebyezê ya li parêzgeha Riqe li nêzîkî sînorê Turkiuyeyê bi destê hêzên YPG´ê ve hatoiye girtin.
Hatiye ragihandin, ku navê evê fermadarê Elqaîdeyê, ´´Ebû Mus´eb´´ nave ku welatîyê Iraqê yan Surîyeyê ye. Hêzên Kurdî herwisa dest bi ser çend binkeyên rêkxistinên ser bi Elqaîdeyê ve de jî girtin ku di ewan binkeyan de gelek çekên giran û nasname û pasportên dewltên Turkiye, Tunis, Misir, Amerîka û çend dewletên din hebûne.
Li Rojavayê Kurdistanê di çend rojên dawîyên derbasbûyî de, şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Kurdî û komên çete û rêkxistina Cebhet Elnusre ya ser bi rêkxistina terorîsîtya Elqaîdeyê çê bûne û di encam de hêzên Kurdistanî, karîne çekdarên komên îslamîyên tundrew û çete li gelek bajar û deverên Rojavayê Kurdistanê bikin derve.
Alîyên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku di hewla avakirina encûmeneke nawçeyî de bo birêvebirina deverên Rojavayê Kurdistanê de ne, ku ji destê delweta Surîyeyê hatine derê û di bin kontrola hêzên Kurdî de ne.
