• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îngiltere jî Bereya El Nesre xist lîsta terorê

Îngiltere jî Bereya El Nesre xist lîsta terorê
Li gor nûçeyek rojnameya Taraf ya Turkî, wezareta hundir ya hikûmeta Îngiltere Rêxistina Bereya El Nesre ya girêdayî Rêxistina El Qaîde ku li dijî hêzên rêjîma Esed şer dike xist lîsta terorê.

Ji aliyekî din ve cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mîxayîl Boxdanuf ragihand ku, Konfransa Cinêvê – 2 ya derbarê aloziya Sûriyê dê heyva Îlonê ya dahatî bê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku, beriya demekê Emrîka jî navê Rêxistina Bereya El Nesare xistibû lîsta terorê.

Xendan
Top