• Wednesday, 11 February 2026
logo

Govara Almanîya Zenith: Ma kesek dikare pêşîya avabûna Kurdistanê bigre?

Govara Almanîya Zenith: Ma kesek dikare pêşîya avabûna Kurdistanê bigre?
Govareke Almanî di hejmara xwe ya çend roj berê de dosyayeke taybet bi gelê Kurd û dirustbûna dewleta mezina Kurdî li Rojhilata Navîn weşandîye û tê de daye xuyakirin, ku pêngavên aştîyane yên Kurdan li nawçeyê de ji buhara erebî serkevtîtire û bi proseyeke aştîyane berev dewleta mezin û serbixweya Kurdî ve pêngavan dihavêjin.

Govara Zenith a Almanî, li ser bergê xwe nexşeyeke Kurdistana mezin weşandîye û dosyayeke taybet bi pirsa Kurd û dirustbûna dewleta Kurdî amade kiriye û nivîsîye:´´ bi pîwandina li gel buhara erebî, Kurd serkevtîtirin û bi proseyeke aştîyane berev dewleta mezin û serbixweya Kurdî pêngavan dihavêjin.´´

Zenith herwisa nivîsîye:´´ ev dosya siyasî taybet bi neteweyeke mezin ê bê dewlete li Rojhilata navîn.´´

Govara Zenith herwisa bi hûrî basa cihê cografî û rewşa jiyana Kurd li nawçeyê dike û amaje dike bi ewê ku rojanek, dîtina herêma Kurdîya wan weke kabûs bû, lê niha herêma Kurdistanê li bakûrê Iraqê bi pîwandin li gel nawçeyên dinên hikûmeta federala Iraqê, herêmeke tenahe, di demekê de ku Iraqa federal di qeyrana şerê mezhebî û tundûtîjî de ye.

Di beşeke din a dosyaya xwe de, govara Almanîya Zenith, amaje bi buhara erebî li Surîyeyê dike û nivîsîye:´´ hevdem li gel berdewamîya buhara erebî li Surîyê, herêma Kurdîya evî welatî, nawçeyeke cuda ye û berovajî nawçeyên dinên Surîyeyê, arame û jiyan tê de berdewame.´´

Di bareya proseya aştîya li Turkiyeyê ya di navbera hikûmeta Turkiye û PKK û Kurdên Bakûrê Kurdistanê de, Zenith wiha nivîsîye:´´ dawî hatina şerê xwînavî û guherîna wê bi proseyeke pêşkevtîya aştîyê, bi dilhêsayî ve hemû ewane, hizr û bîrkirineke mezine bo dirustbûna dewleteke Kurdî li nawçeyê, lê daxwaza Kurdan dirustbûna dewleta mezina Kurdî ye.
Top