• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kutleya fezîle daxwaza cîhbicîh kirina biryarên darde kirinê dike

Kutleya fezîle daxwaza cîhbicîh kirina biryarên darde kirinê dike
Endama kutleya fezîle a li parlementoya Îraqê Sozan Saed daxwaz ji Serokatiya komar ya Îraqê kir daku, biryarên darde kirinê yên ku ,ji aliyê dadgehê ve hatine stendin îmze bike.

Saed eşkere kir ku bo pêşî girtin ji bihêzbûna terorîstan û dubare nebûna bûyerên terorîstî yên ku rojane dibin sedema kuştina welatiyan, pêwîste Serokatiya Komar ev biryarên dardekirinê yên ku, ji aliyê dadgehê ve bo terorîstan hatine stendin îzme bike.

Nav hatî dibêje: jiber nebûna cezayeke girina bo Terorîst û ev kesên ku, welatiyên Îraqê dikujin, bûyerên terorîstî rojbiroj zêde dibin.
Top