• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di du rojan de li Îraqê 163 welatî bûne qurbaniya teqînan

Di du rojan de li Îraqê 163 welatî bûne qurbaniya teqînan
Çavkaniyên hêzên ewlekarî û çavkaniyên tendirostî yên Îraqê eşkere kirin ku, di encama teqînên duhê û yên Îraqê ên di nava bajarên curbicur yên Îraqê de herî kêm 163 welatî bûne qurbanî.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, duhê li çend navçeyên curbicur yên Bexdayê de çendîn teqîn pêk hatin û hijmarek welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke din jî birîndar bûne, hevdem çavkaniyên tendirostî yên li Bexdayê jî eşkere dikin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran têpayîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Hêzên ewlekarî û çavkaniyên polîsan jî behsa vê yekê dikin ku, di encama teqînên wan her du rojan de 43 welatî canê xwe ji dest dane û 120 welatiyên din jî birîndar bûne.
Top