Babil: Xwekujek berya xwe biteqîne hate girtin
Li gor nûçeyeke malpera Sumeriye Newsê belavkiriye ku kesekî xwekuj ku kemberekî bombekirî hilgirtibû çûye nava mizgeftekê li bajaroka Eskenderiyê li parêzgeha Babilê lê belê berya ku xwe biteqîne ji aliyê komek xelk ve rêgirî lê tê kirin û nehêştine ew xwe biteqîne û ew destgîr kirine.
Parêzgeha Babilê bi taybet Hile ku navenda parêzgehê bi awayekî asayîş û aramî têde diyare lê belê dem demî hêriş û kirdarên terorîstî têde rû didin.
Xendan
