• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li çend bajarên Îraqê de zêdetir ji 40 kesan hatin kuştin

Li çend bajarên Îraqê de zêdetir ji 40 kesan hatin kuştin
Çavkaniyên ewlekarî yên Îraqê ragehandin ku, duh li her sê bajarên Bexda, Mûsil û Diyalayê de çendîn teqîn pêk hatine û di encam de zêdetir ji 40 welatiyan canê xwe ji dest daye û hijmareke zêde jî birîndar bûne.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku, li taxê Ezemiye li Bexdayê de kesekê nasnekirî bomebeyek avêtiye nava çayxaneyekî û di encam de welatiyek canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne.

Li bajarê Mûsilê de jî bombeyeke wedayî hatiye teqandin û di encam de 7 welatî canê xwe ji dest dane û 12 wekatiyên din jî birîndar bûne.

Her îro li bajarê Beqûbeyê de jî bombeyeke din hatiye teqandin û di encam de sê welatî hatine kuştin û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
Top