• Wednesday, 11 February 2026
logo

Saziya mafên mirov a Sûriyê: Serêkaniyê ket bin kontrola YPGê

Saziya mafên mirov a Sûriyê: Serêkaniyê ket bin kontrola YPGê
Saziya çavdêriya mafên mirov a Sûriyê ku navenda wê li Brîtanya ye, kontrolkirina bajarê Serêkaniyê li rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên YPGê ve piştrast kir.

Saziya çavdêriya mafên mirov a Sûriyê, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kiriye behsa şerê di navbera hêzên YPG û çekdarên Cebhet el Nusra ya girêdayî artêşa azad Sûriyê kir û ragihand, di şerê han de ku ji duh ve heta niha didome 9 çekdarên Cebhet el Nusra û 2 jî endamên YPGê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku YPGê bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê ji bin destê çekdarên Cebehet el Nusra derxistine û gelek çekdarên wê komê jî ber Tirkiye û gundên derdora Serêkaniyê ve reviyane.

Tê zanîn, berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl îro (17.07.2013) ji Rûdaêw re gotibû, şeva borî ji ber ku “çeteyên” Cebhet el Nusra êrişî wan kiribûn û hinek ji endamên wan revandibû ew neçar mabûn bersiva wan bidin.

Li gorî Xelîl, di şer de 15 çekdarên koma han hatine kuştin û 25 jî hatine girtin. Her wiha 2 şervanên YPGê jî can dane.

Rudaw
Top