• Wednesday, 11 February 2026
logo

Êraq: Muftiyê rêxistina Qaîdê hate kuştin

Êraq: Muftiyê rêxistina Qaîdê hate kuştin
Jêderekê li hêzên ewlekariyê yên Êraqê aşkira kiriye ku di pevçûnekê çekdarî li parêzgeha Selahedînê, hêzên ewlekariyê karîne muftiyê rêxistina Qaîdê li Êrqê bikujin.

Li gor nûçeyekî pêgeha Şefeq Newsê, jêderekê li hêzên ewlekariyê amaje bi wê yekê kiriye: Îro 16/7, danê serê sibehê çekdarên rêxistina Qaîdê êrişî baregeha artêşa Êraqê ku ser bi firqeya 4 li bajarokekî bakûrê Tikrîtê kirine û şerekî giran çêbûye.

Di dirêjahiya axaftina xwe de jêderê cext kiriye ku hêzên artêşê kariye serkirdeyê wê koma çekdar bikujin û piştî lêkolînê derketiye ku ew kesê hatiye kuştin muftiyê rêxistina Qaîdê bûye li Êraqê û bi Mihemed Elhedî tê naskirin û ewên din jî karîne birevin û xwe xilas bikin.

Xendan
Top