• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Amedê teqîn: 5 zarok birîndar bûn

Li Amedê teqîn: 5 zarok birîndar bûn
Li navçeya Baglar ya Amed, li nêzî Parka Koşûyolûyê teqînekê rûda. Li gorî agahiyan 5 zarok kes birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ragihand li Parka Koşûyolê ya li Baglarê di encama teqîna cismekê de 5 zarok birîndar bûne. Du zarokên bi wî cismî leyîstîn, ji ber teqîna wê birîndar bûn. Herdu zarokên din jî li cihê bûyerê birîndar bûn.

Şahidekî bûyerê ji ANFê re axivî û got: "Gava teqîn çêbû, ez li wir bûm. Zarokekî 17-18 salî bû, destê wî qut bibû, rûyê wî di nava xwînê de bû."

Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Piştî polîs hatin cihê bûyerê û li delîlan geriyan. Demekî kurt rêya trafîkê hat girtin.

Rudaw
Top