Serêkaniyê: Di navbera El-Nusra û YPG`ê de şer derket
Piştî ku wesayita YPJ’ê ku 3 şervanên 2 ji wan jin yek jî xort têde bûn, saet derdora 11.00-11.30’an de dema li Çerxerêya Berîdê ya li taxa Mehedê rastî êrîşa Cephet El-Nusra hat, pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçunan de navenda koma bi navê Emil Mislimin a girêdayî Cephet El-Nusra ku berê wekî navenda siyasî ya artêşa Suriyê dihat zanîn ket destê YPG’ê. Her wiha di pevçûnan de 6 êrîşkar hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Şervanê YPG’ê yê ji aliyê koma êrîşkar ve hatibû girtin jî hate rizgarkirin.
Hate ragihandin ku pevçûn li dora navenda Şebîbê ya li taxa Mehetê ku berê wekî navenda ciwanan dihat zanîn diqewimin û car caran dom dikin.
ANHA
