Selîm Idrîs: Welatên Rojava kenê xwe bi me dikin
Lîwa Selîm Idrîs ji rojnameya Daylî Telegrafê re got ku biryara birîtanyayê wê hêzên artêşa azad û şoreşgeran bi tenê li hemberî teknîka mirinê ya ku hêzên Beşar Esed bikartîne bihêle her weha meydanê ji çekdarên rêxistina Qaîdê re vala dike ku ew çalakiyên leşkerî li dijî rêjîmê bixin bin bandora xwe.
Idrîs aşkira kir ku welatên Rojava gelek caran soz dan ku çekan bişînin ji artêşa azad re lê ew sozên xwe êdî bûne pêkenok û mesxere.
Roja duşemê serokayetiya wezîran a Birîtanyayê cext li wê yekê kiriye ku serokwezîr David Kamîron biryar daye ku dev ji projeya biçekkirina opozisyona Sûriyê berde û di serî de jî artêşa azad, her weha hatiye ragihand ku, ev daxuyaniya Kamîron jî piştî şêwra bi fermandarên artêşê û istixbarata Birîtanî hatiye.
Her weha serokatiya wezîran a Birîtanyayê di civîna encûmena ewlehiya netewî de aşkira kiriye ku şerê li sûriyê gelek dijwar bûye û êdî bi şandina çekên sivik yên Birîtanyayê hevsengiyê naguhêre.
Ji aliyê xwe ve jî fermandarê artêşa Birîtanyayê jî bal kişandiye ku destêwerdana li Sûriyê divê bi karekî leşkerî ya rasterast û mezin be û bi wê ve girêdayî bi lêdanên asmanî yê xort li hemberî bîngehên asmanî û berevanî ya rêjîma Sûriyê be.
Rojnameya Daylî Telegrafê li zarê dîplomatekî rojava ew kampanya ku hikûmeta Birîtanî birêve dibe bo çekdarkirina şoreşgeran ku tenê bo xapandinek dîplomasî bûye û armanca wê zêdekirina fişaran li ser Beşar Esed bûye jibo ku beşdarî li kongireya Cinêv 2 bike..!
Xendan
